DBP: AKP ji windahiyan berpirs e

DBP: AKP ji windahiyan berpirs e

DBP’ê der barê endama MYK’ê Semra Demîr de ku di çalakiya nobeta li sînorê Kobanê de birîndar bû daxuyaniyek da û got: “Berpirsê şîdeta li dijî gelê me û partiya me, ne sê çar burokrat, AKP ye. Ji ber vê jî ji windayan ew bi xwe berpirsin."

DBP’ê di daxuyaniya xwe ya li navenda Giştî ya DBP’ê da de diyar kir ku êrîşên li dijî gelê me yê dengê berxwedana li dijî êrîşên DAIŞ’ê bênavber didome û wiha hate gotin: “Hikûmet li aliyekî di nava amadekariya ‘qanûna ewlehiyê de’ û li aliyê din jî bi çekên bombeya gazê êrîşî gel dike.”

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku hêzên dewleta AKP’ê li gundê Mehserê êrîşî endama me Semra Demîr kirin û bi giranî birîndar kirin, niha rîska jiyana wê didome.

DBP’ê wiha berdewam kir: “Berpirsê şîdeta li dijî gelê Kurd û DBP’ê ne çend burokrat, dewleta AKP’ê bi xwe ye.  Ji ber vê jî ji windahiyan ew bi xwe berpirs e. Em bang dikin ku kesên qestî jiyana Demîr kirine bila bên darizandin.”