Dayikên Kobanê: Hemû dewlet li ser Kurdan bûne yek

Dayikên Kobanê: Hemû dewlet li ser Kurdan bûne yek

Dayikên ku ji Kobanê hatin navçeya Pirsûsê û li ser sînor nobedê digirin diyar kirin ku hemû welatên cîhanê piştgiriyê didin DAIŞ'ê û li dijî kurdan şer dikin. Dayikan anîn ziman ku ew bimirin jî dîsa dê vegerin Kobanê û Kobanê ji DAIŞ'ê re bernadin.

Şerê li Kobanê di roja 31. de dewam dike. Bi deh hezaran gelê Kobanê ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê hatin Rihayê. Hinek ji wan li kampan bi cih bûn û hinek jî di nava gel de belav bûn. Bi hezaran Kobaniyî jî li ser sînor nobetê digirin û şervanên li Kobanê bi tenê nahêlin. Şervanên YPG/YPJ jî 31 roj in li dijî çetyên DAIŞ'ê şer dikin. Dayikên ku li Kobanê zarokên xwe hiştin û hatin li ser sînor nobetê digirin nerazîbûnên xwe nîşanî Tirkiyeyê dan û xwestin xeta Kobanê bê vekirin. 

Ji dayikan Endama Meclîsa Kantona Kobanê Xalîse nerazîbûnên xwe yên li hemberî Tirkiyeyê wiha anî ziman: "Ez ji Kobanê me. Çend roj berê li Kobanê bûm. Rewşa hevalan pir baş e. Şehîdên me jî hene. Em ti carî serê xwe ji dijmin re natewînin. Em ti carî ji DAIŞ'ê natirsin. Heta 25 rojan ez li Kobanê bûm. Her tim dijmin ji DAIŞ'ê re quwet dişîne. Em bi çekên sivik li hemberî çekên giran şer dikin. Hêzên çeteyan hemû kesên genî û qirêj in. Kesên ji binê zindanan derxistine û anîne li hemberî me şer dikin. Ji her dewletê hatine û tenê êrîşî kurdan dikin. Madem hatine Sûriyê û cîhadê dikin çima naçin Şamê, Helebê. Çima naçin bi Esad re şer nakin. Em li vir welatê xwe warê xwe axa xwe diparêzin. Em namûs û xîreta xwe diparêzin. Di Kûranê de serjêkirin tine. Vana li ser navê Misilmantiyê qetlîamê dikin. Di hundirê malan de zarokan serjê dikin. Kêra di çavên zarokan radikin. Em jî Misiliman in. Em heta li dinyayê saxbin em dê li ber xwe bidin û em dê şer bikin. Em ê li ser axa pîroz li ber xwe bidin. Em ji ser axa xwe ya pîroz venagerin.

Emîne Hesen: Ez ji Kobanê hatim ser sînor. Zarokên me yên hatine girtin di rojiya mirinê de ne. Niha Tirkiye 250 însan girtine. Çima Tirkiye naçe Ereban nagire. Ji kurdan, zarokan jinan çi dixwaze. Em li malên xwe bûn. Em xwedî erd, mal û milk bûn. Em ji ber êrîşan hatin. Çima Tirkiye em li vir heps kirine. Tirkiye çima ji ereban re misilman e. Çima ji kurdan re ne misilman e. Niha Serokkomarê wan dibêje Kobanê çû. Kobanê warê Şîlan, Egîd, Viyan û Sadiqan e. Ti carî Koban ji destan naçe. Em ti carî Kobanê bernadin. Kobaniya me, warê me ye. Bila teyare lêxin, dem û dûz bikin jî dîsa em ê biçin konê xwe lê vedin. Em nizanin hêj Tirkiye çima zarok, ciwan kal girtine. Em dixwazin xeta Kobanê vekin. Erdogan me bikuje jî em ê dîsa xwe li sînor bixin û biçin.