Dayikên Aştiyê xwestin heyeta doktoran biçe Îmraliyê
Dayikên Aştiyê xwestin heyeta doktoran biçe Îmraliyê
Dayikên Aştiyê xwestin heyeta doktoran biçe Îmraliyê
Însiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Sêrtê balkişandin ser rewşa tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û xwestin demildest heyekete serbixwe ya doktoran biçe girava Îmraliyê.
Li Sêrtê Dayikên Aştiyê ji bo balê bikişînin ser rewşa tendûristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li avahiya Rêxistina BDP'ê ya Sêrtê daxuyanî dan çapemeniyê.
Ji Însiyatîfa Dayika Aştiyê Hediye Ozer bibîrxist ku aktorê herî sereke yê pêvajoya çareseriya demokratîk Ocalan e û ji ber tendûristiya Ocalan bi fikar in.
Ozer anî ziman ku Ocalan vîna 40 milyon kurdan e, tenduristiya Ocalan wekî tenduristiya xwe dibînin û divê demildest heyeteke doktoran ya serbixwe ji bo tedawiyê biçe girava Îmraliyê.