Dayikên Aştiyê: Tenduristiya Rêber me, ji bo me pirsgirêka bingehîn e

Dayikên Aştiyê: Tenduristiya Rêber me, ji bo me pirsgirêka bingehîn e

Însiyatîfên Dayikên Aştiyê yên Wan û Amedê bi daxuyaniyan bang li hikûmetê kirin ku heyeteke serbixwe ya ji doktorên pispor pêk tê, tavilê bişîne Îmraliyê.

Însiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Wanê, xemariya hikûmeta AKP'ê ya li pêşberî pirsgirêkên tenduristiyê yên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir. Li ser navê Însiyatîfê Hanîfe Kaçar li avahiya Rêxistina BDP'ê ya Wanê daxuyaniyek da çapemeniyê û destnîşan kir ku ji bo pêvajo bi rêve biçe, divê ev daxwaza krîtîk li ber çavan were girtin.

Kaçar şert û mercên tecrîda 14 salan a li ser Ocalan tê meşandin bibîr xist û got, "Şert û mercên neyînî yên girtîgehê, rê li ber nexweşiyan vekiriye. Di hevdîtina xwe ya dawî ya bi birayê xwe re Rêberê me behsa pirsgirêkên xwe yên cidî yên tenduristiyê kiriye. Tenduristiya Rêberê me ji bo me gelekî girîng û bi nirx e. Heta Rêberê me azad nebe, ti kes azad nabe. Divê tavilê pirsgirêkên tenduristiyê yên Rêberê me çareser bibin. Heta ku pirsgirêkên tenduristiyê çareser bibe, emê çalakiyên xwe dewam bikin."

AMED

Însiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Amedê jî, ji bo "Şoreşa Rojava" silav bike û balê bikşîne ser pirsgirêkên tenduristiyê yên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li avahiya komeleyê civîneke çapemeniyê lidar xist. Li ser navê Însiyatîfê Sûltan Koyûn peyivî û bi pîrozkirina yekemîn salvegera şoreşa Rojava, dest bi axaftina xwe kir. Koyûn da xuyakirin ku ew xweseriya li Rojava heta dawîyê destek dikin û hêvî dikin ku Kurdistana çar parçe rojekê bibe yek.

Koyûn bal kişand ser pirsgirêkên tenduristiyê yên Ocalan û xwest heyetek serbixwe ya doktorên pispor biçe Girava Îmraliyê. Koyûn bang li rewşenbîr, rêxistinên civakî yên sivîl û raya giştî ya pêwendîdar kir ku biçin Giravê lêkolînan bikin û encamên wê ji raya giştî re eşkere bikin. Koyûn destnîşan kir ku eger rewşa tenduristiya Ocalan nebaş be, wê pêvajo jî ji niha û pê ve nebaş e.