Dayikên Aştiyê meşiyan cihê pevçûnan
Dayikên Aştiyê meşiyan cihê pevçûnan
Dayikên Aştiyê meşiyan cihê pevçûnan
Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê ku li ser sînorê Kobanê nobetê digirin, meşiyan gundê Mehser ê li beranberê Girê Miştenûra ku pevçûnên dijwar lê hene. Dayikan li ser sînor çalakiya rûniştinê pêk anîn û berxwedana Kobanê silav kirin.
Dayikên Aştiyê nerazîbûn nîşanî helwesta dewleta Tirk a ku çavên xwe li derbasbûna çeteyên DAIŞ’ê digire, dan. Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê ku li ser sînorê Kobanê nobetê digirin, meşiyan gundê Mehser ê li beranberê Girê Miştenûra ku pevçûnên dijwar lê hene. Dayikan li ser sînor çalakiya rûniştinê pêk anîn û berxwedana Kobanê silav kirin. Ji Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê Ezîne Dal a ku du zarokên wê di nava refên YPG’ê de li ber xwe didin, berxwedana Kobanê silav kir.
Dal bal kişand ku ew bi armanca protestokirina hêzên ku mirinê ji Kurdan re rewa dibînin, li vê herêma ku pevçûn lê hene çalakî li dar dixin. Dal diyar kir ku Kurdan heta niha tu carî axa tu gelên din dagir nekiriye û got: “Ev bi rojan e çeteyên barbar ên DAIŞ’ê ku li Şengalê komkujî pêk anîn û niha dixwazin li Kobanê pêk bînin, êrîşê gelê sivîl dikin.”
Dal destnîşan kir ku ger ev komkujî berdewam bike û cîhan li hemberî vê yekê bê deng bimîne, wê demê mirovahî li Kobanê tê qetilkirin û bang li her kesê aşitiîxwaz kir û got: “Zarokên di zikê dayika xwe de û heta mirovên 80 salî bi komkujiyê re rû bi rû ne. Ev bi rojan e bajar tê bombebarankirin, kî dizane ka çend zarok bi bombeyan parçe bûne. Niha du zarokên min jî li wir di nava berxwedanê de ne.”
Ji endamên Înîsiyatîfa Dayikên Aşitiyê Dondu Ergîl jî desteka ku hukûmeta Tirk dide çeteyên DAIŞ’ê şermezar kir û da zanîn ku berpirsê vê xwîna tê rijandin dewleta Tirk e.
Piştî çalakiya rûniştinê, dayik careke din ber bi Gundê Mehserê ve meşiyan.