Dayîkên Aşitiyê: Heyetekî doktoran bişînin Îmraliyê
Dayîkên Aşitiyê: Heyetekî doktoran bişînin Îmraliyê
Dayîkên Aşitiyê: Heyetekî doktoran bişînin Îmraliyê
Însiyatîfa Dayîkên Aşitiyê ya Mêrdînê, ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di demekî kin de li nexweşxaneyek xwedî derfetên baş were dermankirin, bang li hikûmetê kir.
Însiyatîfa Dayîkên Aşitiyê ya Mêrdînê, der barê tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de di avahiya BDP'êya Mêrdînê de civînek çapemeniyê lidarxist. Dayîka bi navê Celîle Ozen li ser navê dayîkan axivî. Ozen diyar kir ku aktorê sereke yê "Pêvajoya Çareseriya Demokratîk" Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û xwest ku heyetekî doktoran yê serbixwe ji Îmraliyê re bê şandin. Ozen wiha axivî: "Tendûristiya birêz Ocalan tendûristiya gelê kurde. Heta Ocalan azad nebe, tevgera jinan jî azad nabe. Dive di demekî kinde heyetek doktoran ya serbixwe here Girava Îmraliyê."