Dayika Xetîp Dîcle wefat kir

Dayika Xetîp Dîcle wefat kir

Dayika Parlamenterê berê yê DEP'ê û Parlamenterê BDP'ê yê Amedê ku parlamenteriya wî ji aliyê Desteya Bilind a Hilbijartinê ve hat redkirin Xetîp Dîcle Mubeccel Dîcle li nexweşxaneya lê dihat dermankirin, jiyana xwe ji dest da.

Dayika Parlamenterê BDP'ê yê Amedê Xetîp Dîcle Mubeccel Dîcle ev demeke li Nexweşxanaya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Dîcleyê dihat dermankirin, jiyana xwe ji dest da. Hat hînbûn, Mubeccel Dîcle wê li Goristana Yenîkoy a navçeya Baglara Amedê bê veşartin.

Xetîp Dîcle li Amedê bi dengê herî zêde ji bo parlamenteriyê hat hilbijartin, lê belê YSK'ê parlamenteriya wî xistibû û di şûna wî de Oya Eronat a AKP'yî şandibû parlamentê.