Dayîka Hatîp Dîcle jiyana xwe ji dest da

Dayîka Hatîp Dîcle jiyana xwe ji dest da

Dayîka siyasetmedarê Kurd Hatîp Dîcle, Mubeccel Dîcle ku nexweşa pençeşêrê a pişikê bû û demeke dirêje di hat dermankirin, jiyana xwe ji dest da. Dayîka Dicle dê li Goristana Deriyê Merdînê bê definkirin.

Dayîka siyasetmedarê Kurd Hatîp Dîcle ku di çarçoveya doza KCK'ê ya sereke de de di Girtîgeha Tîpa D ya Amedê de tê girtin, Mubeccel Dîcle jiyana xwe ji dest. Dîcle ya ku ev demeke ji ber nexwiya penceşêra pişikê li Nexweşxaneya Tibê ya Zanîngeha Dîcleyê dihate dermankirin derdora di demjimêr 11.00'an de jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Dîcle, piştî muameleyên li nexweşxaneyê, ji bo wecîbeyên olî anîn Mizgefta Goristina Yenîkoyê. Cenazeya Diclê dê piştî nimêja esrê li Goristina Deriyê Mêrdînê bê definkirin.

Li gorî agahiyên ji parêzerê siyasetmedarê Kurd Hatîp Dîcle, bi boneya darizandina bê hiqûq şermezar bike Dîcle dê ji bo tevlibûna merasîma cenaze serî li dadgehê nade.