Dayik li sînor in zarokên wan li Kobanê li ber xwe didin
Dayik li sînor in zarokên wan li Kobanê li ber xwe didin
Dayik li sînor in zarokên wan li Kobanê li ber xwe didin
Dayikên ku zarokên wan li Kobanê di refên YPG û YPJ’ê de şer dikin, li xeta sînor nobeta berxwedanê digirin. Dayikên ku li xeta sînor in dibêjin ku heta serkeftinê wê nobeta berxwedanê bigirin. Dayika bi navê Gulê Polat a 2 zarokên wê li Kobanê ne wiha got: “Heta Kobanê azad nebe em ê venegerin.” Dayika bi navê Cevahîr katar jî ev tişt anî ziman: “Yên li wir li ber xwe didin zarokên me hemûyan e.”
Li hemberî çeteyên DAIŞ’ê her du aliyê sînor berxwedan kete roja 55’emîn û hem li Kobanê û hem jî li xeta sînor berxwedaneke hevpar bi mînakan didome. Du dayikên ku ji Antalya yê Colemêrgê hatine û di roja destpêkê heta niha nobeta berxwedanê digirin, zarokên wan jî li aliyê din ê telan li dijî çeteyên DAIŞ’ê di nava berxwedana dîrokî de ne. Dayika bi navê Cevahîr Katar a ji Antalyayê hatiye û 30 rojan zêdetir e nobeta berxwedanê digire keça we Rewşan Katar (21) li Kobanê ye. Dayika bi navê Gulê Polat a ku ji Colemêrgê hatiye jî ev deh roj in nobeta berxwedanê digire zarokên wê Fehmî Polat (28) û Selîme Polat (29) di refên YPJ û YPG’ê de li dijî DAIŞ’ê şer dikin.
‘BIRÎNDAR BÛ LÊ MEWZIYA XWE NETERIKAND’
Keç û kurê Polat, Selîme Polat û Fehmî Polat her du jî ji Colemêrgê heman rojê derdikevin û tevlî pêvajoya şoreşê ya Kantona Cizîrê dibin. Her du xwişk û bira piştre derbasî Kobanê dibin. Xwişk û bira roja êrîşên çeteyên DAIŞ’ê destpê kir heta niha di nava şer de ne. Fehmî Polat di pevçûneke de birîndar dibe lê mewziya xwe naterikîne û li dijî çeteyan şer dike. Gulê Polat a ku agahiya zarokên xwe digire beriya 10 rojan ji bo piştgiriyê bide berxwedana zarokên xwe tevlî nobeta berxwedanê ya sînor dibe.
HETA SERKEFTINÊ DI NOBETÊ DE NE
Rewşen Katar jî ji ber ku Şoreşa Rojava wekî qada şenber a azadiya jinan dibîne di Newroza 2014’an de ji bo bibe parçeyek şoreşê derbasî Kobanê dibe. Dayika Katar, Cevahîr Katar jî tevli nobeta berxwedanê ya li ser xeta sînor dibe.
Dayikên ku tu gumana wan ji serkeftina zarokên xwe nîn in dibêjin ku ew ê heta ku serkeftinê bibînin çalakiya xwe ya nobeta berxwedanê ya li ser sînor bidomînin.
Ji dayikan Katar ewil bi silavkirina berxwedêrên li Kobanê dest bi axaftina xwe dike û dibêje ku ew ji bo piştgiriyê bide wan hatiye xeta sînor. Katar wiha got: “Keça min niha li Kobanê ye û ez jî ji bo piştgiriyê bidin berxwedana wê hatin vir. Tenê ne ji bo keça xwe ji bo piştgiriyê bidim berxwedana hemû şervanên YPG û YPJ’ê li vir im. Ew tenê keça min nîn e, keça hemû gelê Kurd e û zarokên li wir li ber xwe didin zarokên me hemûyan e.”
Katar destnîşan kir ku heta Kobanê azad nebe dê xeta sînor neterikîne û dê li hemû qadan xwedî li berxwedana Kobanê derkevin. Katar bang li gelê kurd jî kir û got ku ji bo hemû kes bibe parçeyeke berxwedanê ji bo vêyekê jî bên li xeta sînor.
Dayika bi navê Gulê Polat a ji Colemêrgê hatiye jî diyar kir ku zarokên wê li dijî pêkûtiên dewletê azadî tercîh kirine û roja ku zarokên wê çûne wê bixwe ew rêwî kirine. Polat da zanîn ku piştî zarokên xwe ew jî hatiye sînorê Kobanê û ev tişt anî ziman: “Ew çawa heta dilopa dawî ya xwîna xwe li ber xwe didin em ê jî ligel hemû tiştan li ber xwe bidin. Heta Kobanê azad nebe em venagerin.”
‘PÊWÎST BE EM Ê JÎ BIÇIN’
Polat da zanîn ku piştî herdu zarokên wê çûne kurê wê yê biçûk Kadrî jî tevlî refên PKK’ê bûye û heke pêwîst be weke dayik û bav ew ê ji bo azadiya gelê Kurd bi awayekî aktîf çi pêwîst be bikin.”
Polat bilêv kir ku kurê wê li Kobanê bi şarapnelê birîndar bûye û ev tişt anî ziman: “Tevî birîndar bû jî dev ji berxwedanê berneda. Em zimanê xwe li birîna xwe dikin û baş dikin. Em birînên xwe bi îradeya xwe baş dikin û berxwedanê didomînin.” Polat di dawiya axaftina xwe de dibêje ku heta Kobanê azad nebe wê li sînor be nobeta berxwedanê bidomîne."