Dapîr ji aliyê dewletê nevî ji aliyê DAIŞ ve hatin qetilkirin

Dapîr ji aliyê dewletê nevî ji aliyê DAIŞ ve hatin qetilkirin

Malbata Sînan Îdin (Dewran Besta) ku li Kobanê di şerê li dijî DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da li mala sersaxiyê ziyaretan qebûl dikin. Bapîra Sînan Hatice Îdin jî 3 sal berê bi bombeyên gazê ya polîsan jiyana xwe ji dest dabû.

Dayika Aştiyê Hatice Îdin a 54 salî 12'ê Hezîrana 2011'an de bi bombeyên gazê yên polîsan jiyana xwe ji dest dabû. Neviyê wê Sînan Îdin (Dewran Besta) jî di şerê li Kobanê de aliyê çeteyên DAIŞ'ê jiyana xwe ji dest da. Malbata Îdîn, ji bo sersaxiya Sînan li gundê Mehserê yê Pirsûsê ziyaretan qebûl dike. Sînan Îdîn ê 20 salî, hê 17 salî bû, bi sedema tevlî çalakiyekê bûye bi îdîaya "Di nava rêxistina KCK'ê de cih girtiye" hat binçavkirin û hat girtin. Nêzî salekê li Girtîgeha Tîpa M a Midyadê girtî hat hiştin. Îdin, piştî serbest hat berdan dîsa rastî zext û zora dewletê hat.

Pîrika Sînan Îdîn Hatice Îdin, di çalakiyekê de li Şirnexê bi bombeya gazê li nexweşxaneyê ji ser hişê xwe çû û piştî 18 rojan jiyana xwe ji dest da. Ji ber ku di salên 90'an de gundê wan vala bûbû û piştî vê zilma dewletê hêrsa Sînan Îdîn zêdetir bû û tevlî şerê Rojava bû. Sînan Îdîn 2 sal berê tevlî şervanên YPG'ê bû û li dijî çeteyan şer kir. Herî dawî li Kobanê li dijî şerê DAIŞ'ê şer kir. Sînan îdîn di 12'ê Cotmehê de li Kobanê di şerê li dijî DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da.

Piştî Sînan Îdîn jiyana xwe ji dest da, malbatê ji bo Sînan li gundê Mehserê mala sersaxiyê vekir. Malbat ji bo cenazeyê kurê xwe wergire duh çûn navçeya Pirsûsê û serî li Qeymeqamiya Pirsûsê dan. Malbata ku bersiv ji Qeymeqam negirtin, li Gundê Mehserê yê li ser sînor sersaxiyê qebûl dikin. Girseya ku li ser sînor nobetê digirin jî çûn malbat ziyaret kirin û sersaxî ji malbatê xwestin.

Bavê Sînan Îdîn Temer Îdîn, diyar kir ku kurê wî ji ber zextên dewletê çû Rojava tevlî refên azadiyê bû. Temer, da zanîn ku piştî pîra wî ji aliyê dewletê ve hat qetilkirin êdî tehemûl nekir û tevlî şerê Rojava bû. Îdîn, da zanîn piştî cenaze wergirin wê biçin Şirnexê cenaze defin bikin. Malbata Îdîn, di salên 1989'an de ji herêma Besta Derelerê koçber bûbûn. Kalê Sînan Îdin Yusuf Îdin jî li Kampa Gire Gewrê dijîn û nikarin bên Şirnexê.