DAIŞ Midûrê timên taybet birîndar kir

DAIŞ Midûrê timên taybet birîndar kir

Seatên ber êvarê topek hewanê  ya çeteyên DAIŞ’ê li derdora Deriyê Sînor ê Murşitpinar ket, yek ji parçeyên ku ji topa hewanê pekiya li serê  Midûrê tîmên taybet ket û birîndar bû.

Ji şevê din ve şer û pevçûnên giran li derdora Kobanê diqewimin. Çeteyên DAIŞ’ê di vî şerî de gelek topên hewanê bi kar anîn. Yek ji van topan di seatên ber êvarê de li derdora deriyê sînor ê Murşitpinar ket. Di encama teqîna topa hewanê de parçeyek  ji topa hewanê pekiya û li serê  Midûrê tîmên taybet ket û birîndar bû.

Midûrê tîmên taybet yê ku birîndar bû, ji bo dermankirinê  rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya li Pîrsûsê. Hat diyarkirin ku birîna Midûr sivik bû û piştî li ser piya hat dermankirin ew ji nexweşxaneyê derxistin.