DAIŞ ji Kaniya Kurda Tirkiye ji Mehserê êrîş dike

DAIŞ ji Kaniya Kurda Tirkiye ji Mehserê êrîş dike

Çeteyên DAIŞ’ê yên ji ber çalakiyên şervanên YPG û YPJ’ê û êrîşên hewayî reviyan û heta nuqteya sifir a sînor li dijî Kobanê êrîşên bi hewanan berdewam dikin li vî aliyê sînor jî leşkerên Tirk êrîşî welatiyên ku nobeta berxwedanê digirin, kirin. Di encama êrîşê de 7 welatî birîndar bûn 4 welatî jî bi derbas hatin binçavkirin.

Çeteyên DAIŞ’ê yên ku ji ber operasyonên şerevanên YPG û YPJ’ê û êrîşên hewayî reviyan û hatin li ser xeta sînor û li gundê Kaniya Kurda ya rojhilatê Kobanê xwe veşartina û ji vir bi hewanan êrîşî Kobanê dikin.

Li gundê Mehserê ya li hemberî Kaniya Kurda jî leşkerên tirk êrîşî welatiyên ku nobeta berxwedanê digirin, kirin. Leşkerên ku bi dehan wesayîtên zirxî hatin gund bi bombeyên gazê êrîşî gel kirin. Hemû bombeyên gazê welatî hedef girtin û bi kar anîn. Di encama êrîş aleşkeran di 7 welatî bi bombeyên gazê birîndan bûn. Welatiyan birîndaran bi ambulansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê.

4 KES HATIN BINÇAVKIRIN

Di encama êrîşan de leşkeran bombeyê gazê avêtin mizgeftê jî. Rojnamevan jî bandor bûn. Leşkeran 4 welatî bi derbkirinê binçavk kirin.

Hate ragihandin ku armanca êrîşên leşkeran a bi tevahî rojê ew e ku xeta ku çeteyên DAIŞ’ê direvin û tên bên valakirin û ji bo çeteyan cih bê vekirin. Ji ber vê yekê jî ji serê sibehê gunden Etmanîk û Mehser ên li sînor rastî êrîşa leşkeran tê.