DAIŞ gundê Boydê topbaran kir
DAIŞ gundê Boydê topbaran kir
DAIŞ gundê Boydê topbaran kir
Çeteyên DAIŞ’ê piştî gundê Etmanekê, vê carê gundê Boydê yê Pirsûsê topbaran kirin.
Çeteyên DAIŞ’ê, deverên ser sînor ên ku Kurdên Bakurê Kurdistanê bi armanca piştgiriya bi berxwedana Kobanê re nobetê digirin, topbaran dike. DAIŞ’ê piştî Etmanekê, gundê Boydê jî bi hewanan topbaran kirin. Artêşa Tirk li hemberî êrîşê bêdeng ma.
Hate diyarkirin ku bi topbarana li dijî gundên Etmanek û Boydê ya ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve, daxwaza valakirina gundê Etmanek û Mûrşîtpinarê ya ji aliyê leşkerên Tirk ve, dixwazin çalakiya nobetê ya li ser sînor bi dawî bikin û qada tevgeriyanê ya çeteyên DAIŞ’ê berfireh bikin.