DAIŞ êrîşên hewayî didomîne
DAIŞ êrîşên hewayî didomîne
DAIŞ êrîşên hewayî didomîne
Êrîşên çeteyên DAIŞ ên bi hewanan ku ji duh ve li hember Kobanê pêk tîne didomin. Hin ji wan hewanan sînor derbas kirin û li Pirsûsê ketin.
Êrîşên çeteyên DAIŞ ên li hember Kobanê ku di meha duyemîn de jî didome, çete ji duh ve li hember navenda bajêr û Deriyê Sînor ê Murşîtpinar êrîşên hewayî didomînin.
Di êrîşên ku ji rojhilat û başûrêrojhilat pêk tên deriyê sînor dikin hedef. Heta saet 16.15'an ji 12 hewanan 3 hewan sînor derbas kirin. Lê Tirkiye rêzik û qaîdeyên angajmanê pêk nayîne.