DAIŞ’ê bi roketê êrîşî Tirkiye kir

DAIŞ’ê bi roketê êrîşî Tirkiye kir

Çeteyên DAIŞ ên leşkerên Tirk li hember îxlalkirina wan a sînor bêdeng dimînin, li dijî sîlosa TMO ya ala Tirk lê daliqandiye êrîşeke bi roketê pêk anîn. Di êrîşa ku teqîneke mezin rû da, dûman bilind bû.  

Çeteyên DAIŞ ên tevî ku gelek caran jî bi ser neketin hê hewldana bidestxistina Deriyê Sînor ê Murşîtpinar didomînin. Çeteyên ku gelek caran guh nedan rêzikên angajmanê û sînor derbas kirin vê carê jî li hember sîlosa Ofîsa Mexsûlên Erdê (TMO) êrîşeke bi roketê pêk anîn. Di êrîşê de teqîneke mezin rû da. Kêliya êrîşê ya bû sedema dûmana bilind hem ji Kobanê hem jî ji sînorê Pirsûsê hat dîtin.