Claudia Roth hat serdana KCD’ê

Claudia Roth hat serdana KCD’ê

Parlementera Partiya Keskan a Elman û Alîkara saerokê Parlementoya Federal Elmanyayê Claudia Roth piştî serdana navçeya Pirsûsa li ser sînorê Kobanê, hate serdana KCD’ê. Roth got: “Ev 3 sal in Kurd ji bo axa xwe li ber xwe didin, hêvîdar im ku ev şer dê di demeke nêz de bi dawî bibe.”

Parlementera Partiya Keskan a Elman û Alîkara saerokê Parlementoya Federal Elmanyayê Claudia Roth hate serdana Kongreya Civaka Demokratîk (KCD). Claudia Roth li navenda KCD’ê ya li Amedê ji aliyê Endama Dîwana Serokatiya KCD’ê û Parlementera HDP’ê ya Qersê Mulkiye Bîrtane, Endamê Desteya Îcra ya KCD’ê Mehmet Taş û Endamê Dîwana Serokatiyê Hilmî Aydogdu ve hate pêşwazîkirin.

Rorth sedema hatina xwe ya Amedê wiha şîrove kir: “Li Rojava şereke dijwar heye. Kurd ji bo axa xwe li ber xwe didin. Ji bo vî şerî ji nêzîk de bişopînim, beriya du salan çûbûm xeta sînor a Hatayê. Em vê carê jî hatin serdana Pirsûsê. Ev 3 sal in Kurd ji bo axa xwe li ber xwe didin, hêvîdar im ku ev şer dê di demeke nêz de bi dawî bibe.”

Mulkiye Bîrtane jî da zanîn ku her çendî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê bi awayeke ciddî di rojeva raya giştî ya navneteweyî de ye, lê hêzên YPG û YPJ li Kobanê bi tena serê xwe li dijî çeteyan bi vîna xwe şer dikin.

Bîrtane got: "Tu kesek nikare desteka navneteweyî û Tirkiyeyê ya ji bo êrîşan veşêre. Her çendî çar aliyên Kobanê girtî ne, lê gelê wê tevî hêzên xwe yên çekdar berxwedaneke bêhempa dimeşînin, divê hemû welat piştgiriyê bidin vê berxwedana xurt û alîkarî ji bo Kobanê bişînin."

Hevdîtin, li çapemeniyê girtî berdewam kir