Ciwanên Şoreşger şoreşa 19᾿ê Tîrmehê pîroz kirin
Ciwanên Şoreşger şoreşa 19᾿ê Tîrmehê pîroz kirin
Ciwanên Şoreşger şoreşa 19᾿ê Tîrmehê pîroz kirin
Tevgera Ciwanên Şoreşger û Konfederesyona Xwendekarên Welatparêz, bi boneya salvegera şoreşa 19᾿ê Tîrmehê şahiyek lidar xist.
Tevgera Ciwanên Şoreşger û Konfederesyona Xwendekarên Welatparêz, bi boneya salvegera şoreşa 19᾿ê Tîrmehê şahiyek lidar xist. Şahî şeva din di demjimer 21᾿an de li ber avahiya şaredariyê ya Kobanê destpê kir. Di şahiyê de stran, govend û sporê hatin pêşkêşkirin. Şahiya ciwanan heta saet 12᾿an dom kir.
Di demjimêr 16᾿an de ciwan hatin cem hev û lîska fotbola bi navê şoreşa 19᾿ê Tîrmehê hatin lidarxstin. Piştî ku lîska fotbolê bidawî bû, ciwanan bi meşelan heta ber navenda şaredariya meşiyan û careke din şahî lidar xist. Şahî bi silogan, stran û govendan heta derengî şevê dom kir.