Ciwanên Rojavayî dê ji bo azadiya Ocalan çalakî pêk bînin

Ciwanên Rojavayî dê ji bo azadiya Ocalan çalakî pêk bînin

Meclîsa Tevgera Ciwanên Şoreşger a Rojavayê Kurdistanê civîna nirxandina 6 mehan lidar xist û di mijarên “Rêxistin, perwerde, zêdekirina endaman, derxistina kovara ciwanan” de biryarên girîng girtin. Di civînê de biryar hat girtin ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meş bêne lidarxistin û tevlîbûna kampanyaya îmzeyan bê zêdekirin. Her wiha ji bo ku li Rojava hikûmet û parlamento bê avakirin wê kampayaya îmzeyan bê destpêkirin.  

Encamnameya civîna berfireh a Meclîsa Tevgera Ciwanên Şoreşger ku di 30-31’ê Adarê de li bajaroka Rimêlan a girêdayî bajarê Girkê Legê hate lidarxistin, hate aşkerakirin. Di encamnameyê de hate destnîşankirin ku di civînê de rewşa siyasî û rêxistinî bi berfirehî hatiye nirxandin û li ser çareseriya pirsgirêkan hatiye rawestîn. Di encamnameyê de hate diyarkirin ku di nirxandinan de li ser girîngiya pêşxistina xebatên rêxistinî û sazîbûnê hatiye rawestîn û biryar hatiye girtin ku ji bo serketfina pêvajoya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin tişta pêwîst wê bê kirin. Di berdewama encamnameyê de hate gotin ku ji bo mîsogerkirina şoreşa Rojavayê Kurdistanê jî li ser erka pêşengiyê ya ciwanan hatiye rawestîn û biryarên girîng hatine girtin.

Biryarên ku di civînê de hatine girtin jî di encamnameyê de wiha hatine rêzkirin:

1- Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê meşên girseyî bêne lidarxistin. Her wiha ji bo tevlîbûna kampanyaya îzmeyan a ku ji bo azadiya Rêbertiyê hatiye destpêkirin wê bala ciwanan bê kişandin û ciwanên şoreşger wê bi hemû hêza xwe  pêşengiya vê kampanyayê bikin.

2- Ji bo ku hejmara endamên YPG’ê bê zêdekirin di nava 6 mehan da wê 5 hezar endam dewrî YPG’ê bêne kirin.

3- Ji bo ku biryarên Konferansa Netewî ya Ciwanên Kurdistanê bêne pêkanîn emê rol û erkên xwe bicîh bînin.

4- Naveroka Konferansa Netewî ya Ciwanên Kurdistanê wê ji hemû ciwanan re bê ragihandin û belge û biriyarên wê li her deverê bêne xwendin.

5- Di nava 6 mehan de divê hejmara endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger derkeve 50 hezarî.

6- Ji bo ku em karibin pêşengiya rizgarkirina Qamişlo bikin em ji her tiştî re amade ne.

7- Di demeke kurt de li ser hîmê komîn û meclîsan, wê ciwan xwe di hemî tax û gundan de birêxistin bikin û meclisên bêkomîn bêne belavkirin.

8- Em pêşniyar dikin ku Desteya Bilind a Kurd roja 19’ê Tîrmehê wekî “Roja rizgariya demokratîk a Rojavayê Kurdistanê” bipejirîne û em di asta festîvalên ciwanan ên girseyî de pîroz bikin.

9- Ji bo hemî endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger wê nasname bêne amadekirin û endamtiya wan bê fermîkirin.

10- Asta rêxistinî ya xebatên çand, hunerî û sporê wê  bê bilindkirin. (Wê tîm û kom bêne avakirin).

11- Wê dewreyên ziman, huner, zanist û tenduristiyê ji bo ciwanan bêne vekirin.

12- Li hemî bajaran li gorî derfetan wê dewreyên perwerdeyê yên siyasî ku 7 rojan dom dikin bêne dayîn.

13- Kovara dengê ciwana wê bê çapkirin û bernameya “tîrêjên ciwan” bê xurtkirin. Di nava 3 mehan de ji bo radyoyê wê bernameya “Ciwan û modernîteya demokratîk” bê amadekirin.

14- Pêwîste hemî ciwanên Apoyî yên di nava rêxistina TEV DEM’ê de girêdayî Kordînasiyona Ciwanên Şoreşger bêne kirin.

15- Ji bo ku li Rojavayê Kurdistanê hikûmet û parlamento bê avakirin û alek bê diyarkirin, emê kampanyaya îmzeyan bidin destpêkirin.

16 - Vekirina parkên ciwanan ên bi navên şehîdan wê li hemû bajaran bêne temam kirin û bernameyên wan bêne diyarkirin.

17- Pêwîste hemî ciwan bi cil û bergên xwe yên netewî beşdarî civîn û konferansan bibin.

18- Li hemî bajaran wê baxçeyên Rêbertiyê bêne parastin û yên nû bêne vekirin.

19- Bi armanca kêmkirina bêkarî û koçberiyê di nava ciwanan de wê xebatên aborî bêne pêşxistin.

20- Wê li hemû bajaran komîteyên lêkolîn û perwerdeyê bên avakirin.

21- Ji bo ciwanan wê kampên hunerî, spor, wênekêşî, pêşbirk, bîrdozî û leşkerî yên  dewlemendkirî ku dê 15 rojan dom bikin bêne vekirin.

22- Di nava 2 hefteyan de wê komîtiyên têkiliyan bêne avakirin.