Ciwanên Rojava ji bo Ocalan dest bi meşa dirêj kirin

Ciwanên Rojava ji bo Ocalan dest bi meşa dirêj kirin

Tevgera Ciwanên Şoreşger bi munasebeta 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Herêma Beravê ya Dêrikê meşa dirêj li dar xist.

Tevgera Ciwanên Şoreşger bi munasebeta  4’ê Nîsanêrojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, li Dêrikê meşa dirêj lidarxist. Meşa ciwanan saet di 09.00’an de ji ber navenda asayîşê ya Dêrikê dest pê kir. Meşvanan posterên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, al û sembolên kurdî hilgirtibûn û ciwanan bê navber rojbûna ( Rêber Apo) li gelê kurd pîroz be qîriyan.

Ciwanên ku 12 kîlometrî meşiyan ji aliyê şêniyên gundê En Dîwer ve hatin pêşwazîkirin. Meşvan û şêniyên En Dîwerê li lîstikgeha gund kombûn û li vir şahî lidar xistin. Şahî bi deqeyeke rêzgirtinê destpêkir. Piştre Endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger Alçî Ehmed axaftinek kir. Ehmed, 4’ê Nîsanê li hemû gelê kurd pîrozkir. Li ser navê Yekîtiya Star jî Perwîn Beravê axivî. Beravê, rojbûna Ocalan wek despêka pêngaveke dîrokî ji bo kurdan bi nav kir.

Piştî axaftinan, şahî bi stran û govendên folklorî yên Koma Roj dewam kir. Her wiha parastina meşê ji aliyê hêzên asayîşê ve hate kirin.