Ciwanên penaber ên li Qendîlê ji bo Ocalan îmze kom dikin
Ciwanên penaber ên li Qendîlê ji bo Ocalan îmze kom dikin
Ciwanên penaber ên li Qendîlê ji bo Ocalan îmze kom dikin
Bi armanca ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî, ciwanên penaber ên li Qendîlê ji 22’ê Tîrmehê ve dest bi berhevkirina îmzeyan kirin.
Ciwanên penaber li Qendîlê bi mebesta komkirina îmzeyan ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û hemû girtiyên siyasî li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê, biryar dane ku di nava 20 rojan de 2 hezar îmze kombikin. Kampanya îmze komkirinê ya ku ev nêzî du mehane berdewam dike, biryar hatiye girtin ku li Başûrê Kurdistanê 1 milyon îmze kom bikin.
Her wiha ciwanan ji ANF’ê re ragihandin ku, ew tenê ji kesên ajovan yên ku bi wesayîtên xwe têne herêmê, çûn û hatinê dikin îmzeyan kom dikin.