Ciwanên Çewlikî bi findê li edaletê geriyan
Ciwanên Çewlikî bi findê li edaletê geriyan
Ciwanên Çewlikî bi findê li edaletê geriyan
Endamên Meclîsa Ciwanan a BDP'ê, bi şiyara "Ji narkotîk, fûhûş û bişavtinê re na" ber bi edliya Çewlikê ve meşiyan û serbestberdana leşkerên dest avêtin E.A, şermezar kirin.
Endamên Meclîsa Ciwanan a BDP'ê, bi şiyara "Ji narkotîk, fûhûş û bişavtinê re na" ber bi edliya Çewlikê ve meşiyan û daxuyaniyek dan çapemeniyê. Girseya ji ciwanan li qada Newrozê ya li Taxa Nû hatin cem hev û bi dirûşman ber bi Edliya Çewlikê ve meşiyan. Di meşê de pankartên bi nivîsa "Em bi findê li edaletê digerin", "Ji Gulsum Koç re muebbet ji tecawizkar re serbestberdan", "Ji destdirêjî, destavêtin, ajankirin, fûhûş, asîmîlasyon, bişavtin û mêtîngeriyê re êdî bese" hatin vekirin.
Girseya gel a hat ber edliyê, find vêxist û daxuyanî da çapemeniyê. Li ser navê girseyê endamê Meclîsa Ciwanan a BDP'ê Halîs Saritag da xuyakirin ku sîstem li ser ciwanên Kurd 3 rêbazan bikar tîne û got, "Ya yekemîn; ciwanan ber bi cemaat û tarîkatan ve dimeşîne û ji civaka xwe dûr dixîne. Ya duyemîn; bi belavkirina narkotîk re hewl dide mejiyê ciwanan bitevizîne û veguherîne girseyeke pûç. Ya sêyemîn jî; Bi mekanên fûhûşê yên sîstem wan ji nedîtî ve tê, hewl tê dayîn ciwanan ji ehlaq û cewhera wan dûr bixîne."
Saritag di dewama axaftina xwe de got, "Li cografya Kurdistanê di gelek bûyerên destavêtin û destdirêjiyê de edaletê xuya nekir. Yek ji van jî bûyera E.A ye ku çawişên pispor û tevahiya leşkerên tewacizkar hatine berdan. Ya li hemberî gelê Kurd tê meşandin, bê ehlaqî û bê huqûqiyeke nû ye."
Saritag da xuyakirin ku di kesayetiya jina Kurd de tê xwestin gelê Kurd bê îrade bê hiştin û got, "Ciwanên Kurd ên welatparêz, wê bi xurtkirina vîna xwe re li dijî hemû şêweyên paşverûtiya sîstemê têkoşîna şoreşger bimeşînin û hemû lîstikên qirêj pûç bikin."