Ciwanekî Kurd di leşkeriya Sûriyeyê de hate kuştin

Ciwanekî Kurd di leşkeriya Sûriyeyê de hate kuştin

Ciwanê Kurd Berxwedan Mihemed Xelîl ku leşkeriya bi darê zorê ya rejîma Baas dikir, di pevçûnên 13᾿ê tîrmehê de hate kuştin.

Malbata ciwanê Kurd Berxwedan Mihemed Xelîl diyar kir ku, kurê wan leşkeriya bi darê zorê ya rejîma Baas dikir û di pevçûnên li herêma Kiswê ya li paytexta Sûriyeyê Şamê ku di 13᾿ê tîrmehê di navbera hêzên rejîmê û çekdarên muxalefetê de derketibûn hatiye kuştin. Malbata Xelîl destnîşan kir ku, kurê wan ji beriya sal û nîvekê ve leşkeriya rejîmê qedandibû û lê rejîmê nedihişt ku ew were mala xwe. Cenazeyê Xelîl ji aliyê sedan kesî ve li goristana navçeya Şiyê hate definkirin.

Berxwedan Mihemed Xelîl di sala 1991᾿an de li navçeya Şiyê ya Efrînê jidayik bibû.