Ciwaneke din bi bombeya gazê jiyana xwe ji dest da

Ciwaneke din bi bombeya gazê jiyana xwe ji dest da

Li Wêranşarê Aynur Kudîn (28) a ku di encama êrîşa polîsan a bombeyên gazê de ji ser pêlikan ket û bi giranî birîndar bû jiyana xwe ji dest da.

Li navçeya Wêranşar a Rihayê di 9'ê Cotmehê de polîsan bi bombeyên gazê êrîşî çalakiya welatiyan kir. Di encama êrîşê de Aynur Kudîn (28) ku li mala xwe ya li Taxa Golbaşi rudinişt ji ber bombeyên gazê bi bandor bû û ji pêlikan ket xarê. Kudîn bi giranî birîndar bû û ew rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Balikligol a Rihayê. Kudîn a ku xwîn çû ser mejiyê wê 7 rojan li beşa lezgîn hat dermankirin, jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Kudîn rakirin morga nexweşxaneyê. Piştî otopsiyê cenazeyê Kudîn ji aliyê malbata wê ve wê were wergitin û ji bo definkirinê wê bibin Wêranşarê.