Ciwanê winda di bombebaranê de jiyana xwe jidest da

Ciwanê winda di bombebaranê de jiyana xwe jidest da

Ciwanê bi navê Reşîd Mihemed Mihê yê ku di 5’ê Nîsanê de winda bibû, hate hînbûn ku di bombebarana rejîmê de jiyan xwe jidest daye.

Malbata Reşîd Mihê diyarkiribû ku, zarokê wan di 5’ê Nîsanê de li Taxa Seken Şebabî ya Helebê windabûye û wan careke din agahî jê negirtiye. Piştî lîgerîna malbatê hate hînbûn ku, Mihê di bombebarana balefirên şer ên rêjîma Sûriyeyê ya li ser Taxa Seken Şebabî de jiyan xwe jidest daye.

Malbatê di encama lêgerînê de hînbû ku, cenazeyê zarokê wan piştî bombebaranê ji aliyê welatiyan ve li goristana Enedan a Helebê hatiye definkirin. Li ser vê yekê malbatê cenaze ji cihê lê hatiye definkirin derxist û li goristana Gundê Etmana ya Navçeya Raco ya Efrînê defin kir.