Ciwanê birîndar ê Kobanî li sînor tê sekinandin

Ciwanê birîndar ê Kobanî li sînor tê sekinandin

Ciwanê Kobanî Ferhat Ahmed Osman ku li Kobanê di encama êrîşa çeteyên DAIŞ’ê de birîndar bû, bi hinceta ku Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê girtiye li sînor tê sekinandin.

Osman yê bi giranî birîndar e, ger destûr neyê dayîn rîska wî ya ku jiyana xwe ji dest bide heye.

Ji ber ku rayedarên Tirk deriyê sînor ji bo birîndarên Kobanê girtiye, ev du roj e 4 welatiyên Kobanê jiyana xwe ji dest da.