Ciwan li kelekan av derbas kirin û tevlî YPG’ê bûn

Ciwan li kelekan av derbas kirin û tevlî YPG’ê bûn

Li navçeya Silopiya Şirnexê bi hezaran kes di bin guleyên polîsan de meşiyan ser sînor û bi gelê Rojava re hatin cem hev. Gelek ciwanan, bi kelekan Çemê Dîcleyê derbaskirin û tev li refên YPG û YPJ'ê bûn.

Li navçeya Silopiya Şirnexê bi hezaran welatî ji bo piştgiriyê bidin berxwedana Kobanê û êrîşên çeteyên DAIŞ'ê û dewleta Tirkiyeyê şermezar bikin meşeke girseyî li darxistin. Girseya ku li ber avahiya DBP'ê li hev civiyan rastî êrîşên polîsên AKP'ê hatin. Ligel êrîşa polîsan bi hezaran welatî bi awayekî bi biryar bi wesayîtên xwe siwar bûn û çûn gundê Rihani yê girêdayî Silopiyê. Girseyê li cihekî nêzî sînor ji wesayîtên xwe piya bûn û ber bi gundê Zihêrî yê Kantona Cizîrê ve meşiyan. Girseyê di meşê de bê navber dirûşmên "Bijî berxwedana YPG'ê", "Bijî berxwedana YPJ'ê" û "Bijî berxwedana Kobanê" berz kirin. Polîsên AKP'ê bi gelek wesayêtên zirxî xwestin meşa gel asteng bikikin. Li ser vê yekê girseyê yesyîtên polîsan dan ber kevirin.

Li ser vê yekê Leşkerên qereqola Rihaniyê xwest bi wesayîtên zirxî êrîşê gel bikin. Ligel êrîş û bombeyên gazê welatiyan polîsên ku ji qereqolê hatibûn dan ber keviran û leşkerên tirk ji neçarî paşde kişiyan. Lê di dema vekişînê de guleyên rasteqin li kar anîn. Li ser êrîşa leşkeran a guleyên rasteqîn du welatî ji piyên xwe birîndarbûn. Welatiyên ku birîndar bûn bi ambulanan rakirin nexweşxaneyê.

Leşkerên ku rastî berxwedan bêhempa ya gel hat ji neçar man ku birevin qereqola Rihaniyê. Piştî demekê helîqopterên skorsky hatin cihê buyerê. Helîkoptera ku demekê li ser gel bi nizmî firiya ji aliyê gel ve bi dirûşmeyan hatin şermezarkirin. Ligel hemû astengiyan bihezaran welatî sînor derbas kirin û hatin ser Çemê Dîcleyê yê di navbera Bakur û Rojava de. Bi sedan welatiyê ku ji Kantona Cizîrê hatin gundê Zihêriyê bi dirûşmên "Bijî berxwedana YPG/YPJ'ê" piştgirî dan gelê Silopiyê. Li her du aliyê sînor welatiyan bi dirûşm û lîlarandinan hev du silav kirin.

'BILA RÊWÎYÊN ŞOREŞÊ NEMÎNIN'

Bi sedan ciwanên ku xwestin derbasî aliyê çem bibin û tevli nava refên YPG û YPJ'ê bibin ji ber ku çem kûr bû nedikarîn derbas bibin. Li ser vê yekê ji aliyê Rojava welatiyan ji ciyanan re kelek anîn û ciwan di çem re derbas kirin. Welatiyên ku bi kelekan hatin banga "Rêwiyên şoreşê bila nemînin" kirin û ciwanan jî ji bo tevli nava refên YPG/YPJ'ê bibin kom bi kom li kelekan siwar bûn der basî aliyê din bûn. Ciwanên ku derbasî aliyê din bûn ji aliyê ji aliyê yekîneyên asayîşa YPG/YPJ'ê hatin pêşwazîkirin.

Çalakiya nobetê bi awayekî bi biryar didome û girseyê diyar kirin ku heta êrîşên li ser kobanê bidome dê çalakiya wan jî bidome.