Civîna TEV-DEM, PYD û ENKS'ê di roja duyem de ye

Civîna TEV-DEM, PYD û ENKS'ê di roja duyem de ye

Civîna partiyên siyasî yên Rojavayî li bajarê Duhokê didome.  Civîna ku endamên ENKS, TEV-DEM û PYD’ê tevlîbûn de ji bo peywir û rayeyên komîteyeke hevpar nîqaş tên meşandin.

Civîna li Duhokê destpê kiriye îro jî berdewam kir. der barê civîna ku tê gotin Kurdan li dijî geşedanên pêk tên bûne xwedî helwest, partiyên Kurd daxuyaniyek nedan û li gorî agahiyên hatine girtin di mijara avakirina komîteyeke siyasî ya hevpar de li hev kirine.

Di vê navberê de Serokatiya herêma Kurdistanê der barê naveroka civînê de di malpera xwe ya fermî de daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de cih dan nêrînên Serokê Herêma Federal a Kurdistanê Mesut Barzanî û hat gotin ku gelê Kurd di pêvajoyek hesas de derbas dibe.

BARZANÎ: EM PIRSGRIRÊKÊN NAVBERA XWE BIDIN ALIYEKÊ

Barzanî diyar kir ku DAIŞ’ê artêşa du dewletan têk biriye lê li dijî Kurdan têk çûye û got: “Ji ber vê em Kurd divê bi hev re tevbigerin. Êrîş hemû Kurdan hedef digire. Ji her demê zêdetir divê em bikevin nava hewldanan.Divê em hemû pirsgirêkên xwe bidin aliyekê. Ev berpirsyariya me hemûyan e.”