Çira TV 100 hezar Euro ji kampa Newroz re şandin
Çira TV 100 hezar Euro ji kampa Newroz re şandin
Çira TV 100 hezar Euro ji kampa Newroz re şandin
Kenala Çira TV ji bo koçberên Şengalê yên di kampa Newroz de bi cih dibin 100 hezar Euro şandin.
Di çarçoveya alîkariya bi koçberên navçeya Şengalê yên li Rojava bi cih bûne de, Kenala Çira TV ji bo koçberên di kampa Newrozê ya bajarê Dêrikê de bi cih bûne, 100 hezar euro şandin.
Têkildarî mijarê endamên Fedrasyona Yekîtiya Êzdiyan a li Elmaniya Ercan Kesbîr û Eyûb Kaya serdana kampa Newroz kirin û 100 hezar Euro radestî rêveberiya kampê kirin. Herdu endamên Federasyonê li gel Endamê Komîteya Rêveber a TEV-DEM’ê Kawa Dêrik di nava kampê re geriyan û rewşa koçberan ji nêz ve şopandin.
Eyûb Kaya di serdanê de axivî û diyar kir ku Kenala Çira TV dest bi hemleyeke komkirina alîkariyan ji bo koçberên Şengalê kiriye û heta hemû pêdiviyên koçbera pêk tînin dê hemleya xwe bidomînin.