Çi karê kincên leşkerî li avahiya AKP’ê hene?

Çi karê kincên leşkerî li avahiya AKP’ê hene?

Di pêşengiya Meclîsa Dayikên Aştiyê û DOKH’ê de bi armanca şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ avahiyên bajêr û navçeyan ên AKP’ê hatin dagirkirin. Di çalakiyan de li avahiya AKP’ê ya Artemêtan de kelûpelên leşkerî hatin dîtin.

Êrîşên çeteyên DAIŞ ku li hember Kobanê didomin, Meclîsa Dayikên Aştiyê û aktîvîstên DOKH’ê avahiya AKP’ê ya bajêr a Wanê û yên navçeya Tûşba û Artemêtan dagir kirin.

Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê û aktîvîstên DOKH’ê yên li avahiyên bajêr û navçeyan ên AKP’ê çalakiya rûniştê pêk anîn dirûşmaya, ‘Qatil DAIŞ, hevkar AKP’hatin gotin.

Di pêvajoyeke ku li hember hikûmetê ji ber piştgiriya ji DAIŞ re nerazîbûn zêde bûne, li avahiya Artemêtan kelûpelên leşkerî hatin dîtin. 

Rêveberên AKP’yî diyar kirin ku ew kelûpelên leşkerî hê ji dema erdheje ve mane, lê tevî israran jî vekirina deriyên du odeyên avahiya AKP’ê red kir.

Serokê Rêxistina Artemêtan a DBP’ê  Fatîh Şahîn got ku li ser pirsa wan a kincên leşkerî çima li vir in bersiva, ‘Hê ji erdhejê mane’ wergirtine, lê belê bawer nekirine.

Şahîn diyar kir ku di navbera erdhej û kincên leşkerî de girêdanek nabe û got, “Ev bi îhtîmaleke mezin kincên leşkerî yên ji DAIŞ re tên şandin. Avahiya AKP’ê ya navçeyê weke cebilxaneya lojîstîk a DAIŞ e. AKP’yî nikarin îzaha wê bikin. çi karê kelûpelên leşkerî li avahiya AKP’ê ya navçeyê hene. Ma vir ne cihê partiyeke siyasî ye? Li ku derê hatiye dîtin ku kincên leşkerî didin erdhejzedeyan.”