Cêwî li Pirsûsê, bav li şer e!

Cêwî li Pirsûsê, bav li şer e!

Dema çeteyên DAIŞ'ê bi tank, top û roketan êrîşî Kobanê dikir li Serxetê cêwiyên bi navê Aylîn û Ceylan hatin dinyayê û li Pisûsê hatin bicihkirin. Bavê wan Mihemed Hecî di eniya berxwedanê li dijî çeteyan şer dike.

Beriya 20 rojan ku êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li ser Kobanê dijwar bûbû de dayika kobanî ku ji ber şer hatibûn Serxetê cêwî anî dinyayê. Cêwiyên ku navê Aylîn û Ceylan li wan hatin kirin li Konbajarê Rojava hatin bicihkirin. Dayika cêwiyan Xanim Mihemed û bi xwesû û xwesiyê xwe re dimîne got ku hevjînê wê Kobanê terk nekir, li dijî çeteyên DAIŞ'ê li Kobanê ma û di nava eniya berxwedanê de cihê xwe girt. Xanim Mihemed ev tişt anî ziman: "Wextê ku çeteyên DAIŞ'ê bi hawan û topan êrîşî Kobanê dikirin cêwiyê min Aylîn û Ceylan hatin dinyayê. Beriya ku ew bên dinyayê me ji neçarî me cih û warê xwe terk kir û hatin vir. Hevjînê min li Kobanê ma. Niha ew jî bi gelê Kobanê re di eniya berxwedanê de li dijî çeteyan şer dike. Ez keça min a 3 salî Zozan û cêwiyên xwe re li Konbajar dimînin. Piştî Kobanê ji çeteyan bê paqijkirin em ê vegerin malên xwe."

Xanim Mihemed anî ziman ku ji ber stresa şer şîrê wê ziwa bû. Xanim Mihemed bi serbûna hewayê re rojên zehmet jiyane û wiha pêde çû: "Ger ku Kobanê têkeve destê çeteyên DAIŞ'ê sedema ku em bijîn jî namîne. Ji ber vê yekê jî divê rojek beriya rojekê çete ji Kobanê bên derxistin. Wextê ku çeteyan bombe davêtin Kobanê ez ditirsiyam ku tiştek bi zarokên min bên. Ji ber vê şîrê min ziwa bû û zarokê min birçî dimînin. Cêwiyê min ji birçîna û ji ber sermê heta serê sibê digirîn."