Çeteyên xwestin ji rojhilat ve bikevin Kobanê gelek windahî dan
Çeteyên xwestin ji rojhilat ve bikevin Kobanê gelek windahî dan
Çeteyên xwestin ji rojhilat ve bikevin Kobanê gelek windahî dan
Çeteyên DAIŞ’ên ku dixwazin ji aliyê rojhilat ve bikevin nava Kobanê, rastî berxwedanek tund a şervanên YPG/YPJ’ê tên. Çeteyên ku tevî çekên xwe yên giran jî nikarin pêş bikevin, neçar dimînin ku paşve birevin.
Çeteyên DAIŞ’ê yên ku duh windahiyên mezin dan, êrîşên xwe didomînin. Lê nikarin pêş bikevin û gelek ji wan tên kuştin. Komek çeteyan şevê din xwestin bikevin bajêr û li xaniyek li rex bajar bicih bûn. Lê ji aliyê şervanên YPG’ê ve hedef hatin girtin û di encama teqînê de gelek çete di avahî de hatin kuştin.
Di saetên serê sibehê de jî êrîşên çeteyan li rojhilat û başûrê Kobanê gelekî dijwar bûn. Li rojhilat çete dixwazin bi çekên giran bikevin nava bajêr, lê rastî berxwedana tund tên. Çeteyên ku nikarin pêş bikevin û tengav dibin, neçar dimînin ku paşve birevin.
Hate ragihandin ku li eniya başûr jî şer û pevçûn di van saetan de dijwar bûne û didomin.