Çeteyên El Nusra raste rast taxên Kurdan gulebaran dike

Çeteyên El Nusra raste rast taxên Kurdan gulebaran dike

Hate ragihandin ku, li Til Ebiyad şerê di navbera Cedhet El Ekrad û El Nusra de li derdora dadgeha bajarê didome û çeteyên girêdayî Nusra êrişên xwe yên ser taxê kurdan dijwar kirine,  yekser taxên  Lêl û Cisir gulebaran dikin.

Şerê dinavbera Cebhet El Ekrad û Cebhet El Nusra li derdora Dadgeha bajarê şerên dijwar diqewimin û çeteyên giridayî El Nusra êrîşê xwe yê ser taxê Kurdan dijwar kirine û yekser taxên Lêl û Cisir gulebaran dikin. Li gorî agahiyan kuştî û birîndar hene lê derbarê hejmara kuştî û birîndaran de tu agahiyên zelal ne hatine bidestxistin.