Çeteyên derbeyên giran dixwin direvin sînor
Çeteyên derbeyên giran dixwin direvin sînor
Çeteyên derbeyên giran dixwin direvin sînor
Çeteyên DAIŞ'ê yên êrîşan li Kobanê dikin, di encama bersiva hêzên YPG/YPJ'ê û êrîşên hewayî derbên giran dixwin û gelek windahî dan. Çeteyên li eniyên şer windahiyên mezin didin, hate îdîakirin ku çeteyên DAIŞ'ê sînorê Tirkiyeyê derbas dikin, ji aliyê leşkeran tên girtin û ji wir dûr dixin.
Hêzên YPG/YPJ'ê yên 25 roj in bi berxwedaneke bêhempa li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li ser Kobanê li ber xwe didin û berxwedana mezin berdewam dike. Hêzên YPJ/YGP'ê şevê din duh darbeyên mezin li çeteyan dan û li sînor asê kirin. Li gorî agahiyên ji herêmê hatin girtin li girê Miştenur gelek tank û cebilxaneyên çeteyan hatin teqandin. Piştî êrîşên hewayî yên heya seat di 02.00'an berdewam kirin li eniya rojhilata şer û pevçûn careke din dijwar bûn. Welatiyên li sînor nobetê digirin ji bo çeteyên ji ber şervanên YPG/YPJ'ê direvin û sînor derbas dikin asteng bikin heya serê sibê li ser piyan bûn. Welatiyên li sînor dema şervanên YPG/YPJ'ê li çeperên çeteyên DAIŞ'ê didan bi dirûşmayan berxwedana Kobanê silav kirin.
ÇETE TÊN DERXISTIN
Piştî êrîşên hêzên YPG/YPJ'ê û bombebarana hewayî ya 45 deqeyan berdewam kir, li eniya rojhilat çeteyan darbeyên gelek giran xwarin. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên Kobanê hatin girtin çeteyên qewirandin semtên sînorên bajar gelek widahiyên mezin dan.
LEŞKER DIÇE HAWARA ÇETEYÊN DIREVIN
Malbatên kesên tevlî YPG'ê bûn jî agahiyên ji aliyê Kobanê tên bi baldarî guhdar dikin. Welatiyên Kobanê jî bi welatiyên Bakurê Kurdistanê li sînor nobetê digirin. Hate îdîakirin ku çeteyên DAIŞ'ê yên ji ber êrîşên şervanên YPG/YPJ'ê û bombebarana hewayî direvin ji aliyê leşkerên Tirk ve bi wesayîtan tên girtin û dibin. Welatî li hemberî vê yekê îsyan dikin. Xwediyên wesayîtan ên dixwestin mudaxeleyê çeteyên li aliyê din ê sînor bikin jî ji aliyê leşkeran ve hatin astengkirin.
ZIYARET BERDEWAM DIKIN
Hunermend, siyasetmedar û akademîsyenên bi armanca piştgiriyê bidin nobeta li sînor li ser sînor berxwedana Kobanê dişopînin. Şaredarê Dîlokê yê berê Celal Dogan jî li gundê Dewşenê welatiyên li sînor nobetê digirin ziyaret kir. Dogan, diyar kir ku kesên naxwazin li Rojava jiyaneke nûjen pêk bê van êrîşan pêk tînin. Hozan Comerd jî ji Ewropayê hat û li sînor piştgiriyê dide nobeta bexwedanê.