Çeteyên DAIŞ'e li sê eniyên Kobanê bi dehan windahî dan
Çeteyên DAIŞ'e li sê eniyên Kobanê bi dehan windahî dan
Çeteyên DAIŞ'e li sê eniyên Kobanê bi dehan windahî dan
Di şer û pevçûnên li 3 eniyên Kobanê yên şevê din de, bi dehan çete hatin kuştin. Şervanên YPG'ê li gundê Siftekê ji cebilxaneyek çeteyan rûxandin.
Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê berxwedana şervanên YPG/YPJ’ê berdewam dike. Hate diyarkirin ku şer û pevçûn li rojhilat, başûr û rojavayê bajar didomin û li derdora girê Miştenûr ê li aliyê rojhilat dijwar bûye.
Hat ragihandin ku di pevçûnên ku ji saetên êvarê ve bi dijwarî didomin de, li hersê eniyên şer bi dehan çete hatine kuştin.
Wekî din şervanên YPG’ê li gundê Siftekê yê li rojavayê bajêr depoya ku cebilxaneya çeteyan tê de bû rûxandiye.