Çeteyên DAIŞ’ê li Kobanê derbeyên giran dixwe
Çeteyên DAIŞ’ê li Kobanê derbeyên giran dixwe
Çeteyên DAIŞ’ê li Kobanê derbeyên giran dixwe
Çeteyên ku xwestin ji herêma Termik bi êrîşekê bikevin Kobanê rastî berxwedana tund a YPG’ê hatin. Di pevçûnê de wesayitek li gel çeteyên tê de hate rûxandin. Di pevçûnên derdora Miştenur û rojhilat de jî tangek hate derbkirin.
Li gorî agahiyên nûçeya ANHA’yê, çeteyên DAIŞ’ê di saetên nîvro de ji herêma Termik a li başûrê Kobanê xwestin bikevin bajar û êrîş pêk anîn. Lê hêzên YPG/YPJ’ê bersivek tund dan û pevçûn çêbûn. Di pevçûnan de wesayitek li gel çeteyên tê de hate rûxandin.
Her wiha li derdora girê Miştenûr, aliyê başûr û rojhilat jî pevçûnên dijwar ên sing bi sing didomin. Di van pevçûnan de jî bi dehan çete hatin kuştin û tangek hate derpkirin.