Çeteyên DAIŞ’ê hewan diavêjin, leşkerên Tirk bombeyên gazê

Çeteyên DAIŞ’ê hewan diavêjin, leşkerên Tirk bombeyên gazê

Gundê Etmanek ê ku ji aliyê DBP’ê ve hate valakirin, ji aliyê DAIŞ’ê ve bi hewanan tê bombebarankirin. Çeteyên DAIŞ’ê sê topên hewanê avêtin gund. Gundê Etmanek ku ji danê sivê ve 6 hewan û gelek guleyên doçkayan lê ket, 10 km ji Pirsûsê dûr e.

Gundê Etmanek ê ji aliyê DBP’ê ve hate valakirin, ji aliyê DAIŞ’ê ve bi hewanan hate bombebarankirin. Di nava 5 deqeyan de 5 hewan li gund ketin.

Li aliyeke din jî, gundiyên li ser sînor di çalakiya nobetê de bûn, li rastî êrîşa bi bombeyên gazê ya leşkerên Tirk hatin. Berxwedana gel a li hemberî êrîşa leşkerên Tirk berdewam dike. Leşkerên Tirk ên li gund jî ji ber topên hewanan çûn cihekî din ê bi ewle.

Her wiha hate diyarkirin ku leşker li gorî qûralan tevnagerin û tenê xwe ji êrîşên DAIŞ’ê diparêzin.