Çeteyên DAIŞ’ê di Akçakaleyê re tînin Tirkiyeyê û derman dikin

Çeteyên DAIŞ’ê di Akçakaleyê re tînin Tirkiyeyê û derman dikin

Çeteyên DAIŞ’ê ku li Kobanê birîndar dibin ji Deriyê Sînor ê Akçakaleyê re derbasî Tirkiyeyê dikin û derman dikin. Derket holê ku hê jî çeteyên DAIŞ’ê tînin Tirkiyeyê û li nexweşxaneyên wê derman dikin.

Di şeva 5’ê Cotmehê de kesên ji Kobanê hatin tehliyekirin û hatin Pirsûsê bi rojane li Salona Sporê ya Pirsûsê di bin çavan de ne û hate ragihandin ku piranî nîvê şevê hatine dersînorkirin û duh jî ji deriyê Sînor yê Akçakalayê du ambulans hatine Tirkiyeyê.

Hate diyarkirin ku navê çeteyekî DAIŞ’ê Abdullah Halef e û yê din jî nehat zanîn. Hate hînbûn ku çete destpêkê birine nexweşxaneya Dewletê ya Akçakaleyê û pişre jî sewqî Rihayê kirine. Hate destnîşankirin ku çeteyê din ê navê wî nehat zanîn sewqî nexweşxaneya Dewletê ya Balikgolê û Abdullah Halef jî birine Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Mehmet Akîf Înan a Rihayê.