Çeteyên DAIŞ'ê bi bombeyan mizgeft hilweşandin
Çeteyên DAIŞ'ê bi bombeyan mizgeft hilweşandin
Çeteyên DAIŞ'ê bi bombeyan mizgeft hilweşandin
Çeteyên DAIŞ'ê ku Mizgefta Hac Reşad a li rojihilatê bajarê Kobanê dagir kiribûn û nikarîbûn li hemberî berxwedana YPG'ê xwe bigrin beriya ku birevin, mizgeft bombe kirin û teqandin.
Duh Yekîneyên Parastina Gel li rojhilatê bajarê Kobanê li dijî çeteyên DAIŞ'ê hin çalakiyên bi bandor lidar xistin. Di encamê de gelek nuqteyên ketibûn destê çeteyan hatin rizgarkirin. Yek ji nuqteyên ku hatin rizgarkirin Mizgefta Hac Reşad e.
Li gorî agahiyên ji nûçegîhana ANHA'yê ya li herêmê hat wergirtin, çeteyên DAIŞ'ê beriya ku ji mizgeftê birevin mizgeft bombe kirin û teqandin.
Şevê din Yekîneyên Parastina Gel û hêzên Pêşmerge li rojavayê herêmê çalakiyek hevbeş bi çekên giran lidar xistin, lê ti agahiyên zelal der barê mijarê de nehatine bidestxistin.
Şevê din li rojhilat û başûrê herêmê jî di navbera şervanên Yekîneyên Parastina Gel û çeteyên DAIŞ'ê şer û pevçûn hebûn, lê ji vir jî agahiyeke zelal der barê encamê de nehat bidestxistin.