Çeteyan sivîl gulebarankirin: Jineke ciwan birîndar bû

Çeteyan sivîl gulebarankirin: Jineke ciwan birîndar bû

Çeteyên DAIŞ’ê yên dixwazin Kobanê dagir bikin êrîşî sivîlan dikin. Li sînorê Tilşeirê çeteyên DAIŞ’ê yên sivîl gulebaran kirin jineke ciwan birîndar kirin.

Çeteyên DAIŞ’ê yên li aliyekî bi çekên giran êrîşî Kobanê dikin li aliyê din li sînor sivîlan gulebaran dikin. Çeteyên DAIŞ’ê yên ji girê TilŞeirê ji aliyê şervanên YPG û YPJ’ê ve hatin şikandin ji vir sivîlên li sînor gulebaran kirin.

Li gorî agahiyan çeteyan saet di 17.00’an de sivîlên ku ji Kobanê hatine û li ber wesayît û sewalên xwe bûn gulebaran kirin. Li gorî agahiyên destpêkê di gulebaranê de jina ciwan a bi navê Hema Îbrahîm (20) ji lingê xwe yê çepê birîndar bûye. Hate ragihandin ku rewşa Hema Îbrahîm a rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê baş e.