Çeteyan ji gundê Etmanîk ê hat valakirin êrîşî Kobanê kirin

Çeteyan ji gundê Etmanîk ê hat valakirin êrîşî Kobanê kirin

Piştî ku Tirkiye gundê Etmanîkê vala kir çeteyên DAIŞ ji gund êrîşî Kobanê kirin.

Piştî ku çeteyên DIAŞ’ê  gundên aliyê Bakur topbaran kirin, gundê Etmanîkê hate valakirin. Armanca van topbaranan valakirina gundên li ser sînor û avakirina herêmek tampon li ser sînorê Rojava ye. Duh êvarî piştî ku gundê Etmanîkê yê girêdayî navçeya Pîrsûsê hat valakirin, Tirkiye çeteyên DAIŞ’ê ser sînor re derbas kirin. Îro jî çeteyên DIAŞ’ê ji gundê Etmanîkê êrîşê navenda Kobanê  kirin.

Şer û pevçûn di navbera şervanên YPG’ê û çeteyên DAIŞ’ê yên ku gundê Etmanîkê de derbasî Kobanê bûne didomin.