Çeteyan cara heştemîn êrîş kirin
Çeteyan cara heştemîn êrîş kirin
Çeteyan cara heştemîn êrîş kirin
Çeteyên ji duh şev û vir ve heft caran êrîş kirin û her carê ji aliyê şervanên YPG’ê ve hatin şikandin, li eniyên rojhilat û başûr êrîşên xwe zêde kirin. Li her du eniyan şer û pevçûn dijwar rû dan. Hat hînbûn gelek miriyên çeteyan hene.
Berxwedana dîrokî ya Kobanê li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ ên dagirkirina Kobanê roja 24’emîn li pey xwe hiştin.
N
ûçegihanên ANHA ên li herêmê ragihandin hemû êrîşên çeteyan ên ji şevê din ve bênavber êrîş dikin hatine şikandin lê tevî vê jî li eniyên rojhilat û başûr çeteyan êrîşên nû pêk anîn.
Nûçegihanan diyar kir ku hêzên YPG’ê yên li hemberî êrîşan berxwedaneke bi hêz nîşan didin, çeteyan windahiyên mezin dane û nahêlin pêşde bên. Her wiha ragihandin di van saetan de li eniyên rojhilat û başûr şer û pevçûn bi dijwarî didomin.
Li gorî agahiyên ji herêmê tên ji serê sibehê ve çeteyên DAIŞ li hemberî deriyê sînor ê Kobanê (Murşîtpinar) êrîş pêk anîn, bi top û hewanan derdorê deriyê sînor topbaran kirin û hewl didin vir bixin destê xwe û Kobanê bi tevahî dorpêç bikin.
YPG’ê di saetên nîvro de ragihand çeteyên DAIŞ şevê din di serî de Miştenûr û eniya rojhilat ji başûr ve gelek êrîş pêk anîne û diyar kiribû di şer û pevçûnên rû dan de 60 çete hatine kuştin û 9 şervanên YPG’ê yên berxwedaneke bi lehengî meşandin jî jiyana xwe ji dest dane.
Hat hînbûn di serî de rojhilat û başûr şer û pevçûnên li her sê eniyan hîn dijwartir bûne.