Çeteyan bi hewanan êrîşî koçberên Til Şeîrê kir
Çeteyan bi hewanan êrîşî koçberên Til Şeîrê kir
Çeteyan bi hewanan êrîşî koçberên Til Şeîrê kir
Çeteyên DAIŞ'ê îro saet di 08.30'an bi hewanan êrîşî koçberên li gundê Til Şeîrê yê herêma Kobanê kirin, di encamê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan yek jê zarok 4 welatiyên sivîl birîndar bûn.
Li gorî agahiyên ku nûçegîhana ANHA'yê ji herêma Kobanê, Çeteyên DAIŞ'ê ji başûrê herêma Kobanê, welatiyên sivîl ên li gundê Til Şeîr ê li rojavayê herêmê hedef girtin. Çeteyan îro saet di 08.30'an de bi hewanan dest bi topbarana gund kirin. Di encamê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan, yek ji wan zarokekî 3 salî 4 kes birîndar bûn.
Kesên ku jiyana xwe ji dest dane ev in: Egîd Nibo Bozan 27 salî û Nibo Heman Elî 35 salî ye.
Kesên birîndar jî Îbrahîm Bozan, Agirî Îbrahîm, Mehmûd Ebas, zaroka 3 salî Dîlber Mihemed Îbrahîm in.