Çete xeta sînor a Pirsûsê gulebaran dikin

Çete xeta sînor a Pirsûsê gulebaran dikin

Şer û pevçûnên li Kobanê  yên di navera çeteyên DAIŞ’ê û şervanên YPG’ê de berdewam dikin. Hate zanîn ku çeteyên DAIŞ’ê  bi awayekî rasterast sînorê navçeya Pirsûsê gulebaran dikin.

Li aliyekî êrîşên leşker û polîsên Tirk a li dijî gelê Kurd ê ku li dijî çeteyên DAIŞ’ê yên ku dixwazin bikevin Kobanê xwe dikin mertal, berdewam dikin, li aliyekî din jî ketin û derketina Pirsûsê hate qedexekirin.

Her wiha, hate zanîn ku çeteyên DAIŞ’ê yên ku 100-150 dûrî rojhilatê Kobanê ne, sînorê navçeya Pirsûsê gulebaran dikin.