Çete, gelê Berberî jî hedef digirin

Tûaregî yên bi zimanê Berberî diaxivin û li rojavayê Afrîkayê ji bo azadiyê têdikoşin, di hedefa El Qaîde û çeteyên tund ên olî yên li herêmê de ne.

Tûaregî yên bi zimanê Berberî diaxivin û li rojavayê Afrîkayê ji bo azadiyê têdikoşin, di hedefa El Qaîde û çeteyên tund ên olî yên li herêmê de ne.

Di êrîşa li hemberî gerîlayên Tevgera Azadiyê ya Neteweyî ya Azawad (MNLA) de, ku ji bo azadiya Azawad a di bin dagirkeriya Malî de ye têdikoşe, herî kêm 10 gerîlayan jiyana xwe ji dest dan. Gelek çeteyên êrîş pêk anîn hatin kuştin.

Di daxuyaniya MNLA de hat ragihandin, ku rêxistinên çete yên wekî El Qaîde ya Magreb (Aqmî) û Mûjao, Ansar Dîn û Eniya Macîna êrîşî bendeke kontrolê ya li Talahandak a li nêzî sînorê Cezayê kirine. Di êrîşa li vir de 6 gerîlayên MNLA jiyana xwe ji dest dan, gelek çete jî hatin kuştin.

Komeke din a gerîlayên Tûareg a ji bo destwerdana li êrîşê hat, di rê de ket kemînê. Li vir jî 4 şervanên azadiyê jiyana xwe ji dest dan.

Ji berpirsyarên MNLA Sîdî Ûld Îbrahîm Sedat diyar kir ku komên tund ên olî yên li herêmê tevdigerin, li djiî gelê Tûaregê koalîsyon çêkirine û di êrîşan de herî kêm 4 rêxistinan cih girtine.

Tûaregiyên bi zimanê Berberî diaxivin û li bakurê Malî dijîn, ji bo azadiya welatê xwe Azawad têdikoşin. Rêxistinên Tûareg di meha Hezîranê de dawî li şerê xwe yê li hemberî hikûmeta Malî anîbûn û peymaneke aştiyê mor kiribûn.