Çete di şerê bajêr ê Kobanê de derbên giran dixwin

Çete di şerê bajêr ê Kobanê de derbên giran dixwin

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê da xuyakirin ku şerê li Kobanê li taxên Botal û Megtelê,li derdora Miştenûr û derdora Kaniya Kurdan bi dijwarî dewam dike. YPG'ê diyar kir ku di şer û pevçûnên 24 saetên dawî de 67 çete hatine kuştin. Di şer de 12 şervanên YPG/YPJ'ê jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Çapemeniyê YPG'ê bi daxuyaniyeke nivîskî encama şerê ji duh û vir ve li Kobanê diqewimin, bi raya giştî re parve kir. 

Navendê diyar kir ku êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên bi armanca dagirkirina Kobanê hatine destpêkirin di roja 22. de dewam dikin û ragihand ku komên çete li gel bombardimana giran ji sê aliyan ve êrîşî bajêr dikin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku hêzên YPG/YPJ bi berxwedaneke mezin derbên giran li çeteyan dane.

Di daxuyaniyê de hat diyakirin ku şerê giran li eniyên rojhilat û başûr li taxên Botan û Megtel, li derdora Miştenûr û li bakurrojhilat jî li herêma Kaniya Kurdan dewam dike. 

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê da xuyakirin ku li herêma Kaniya Kurdan vê sibehê êrîşek çeteyan hatiye şikandin û destnîşan kir ku li hemû herêman şerê dijwar, sîng bi sîng dewam dike.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku çeteyên DAIŞ'ê di heman demê de, bi tank û hin cûreyên topan navenda bajêr bombebaran dikin û ev agahî hat dayîn:

67 ÇETE HATIN KUŞTIN

"Hêzên me şevê din li hemberî çeteyên ku li pişt girê Miştenûr bi cih bûbûn êrîşek pêk anîn. Di vê êrîşê de 2 wesayit û çeteyên ku têde bûn hatin rûxandin. Hêzên me îro di saetên nîvro de jî li qûntarên Miştenûrê tankek rûxandin. Di şerê 24 seatên dawî de bi qasî hatiye tespîtkirin 67 çete hatine kuştin.

12 ŞERVANÊN YPG/YPJ'Ê JIYANA XWE JI DEST DAN

12 hevalên me yên bi biryardarî û îradeyek mezin Kobanê parastin, bûne mînakên fedaîtiyê û şehîd bûne."