Çete bi çekên giran êrîşî Kobanê dikin
Çete bi çekên giran êrîşî Kobanê dikin
Çete bi çekên giran êrîşî Kobanê dikin
Şervanên YPG’ê li dijî hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê berxwedana xwe berdewam dikin. Çeteyên DAIŞ’ê bi çekên giran ji her sê aliyên Kobanê ve êrîşên xwe zêde kirine.
Li gor agahiyên ji Kobanê hatin wergirtin çeteyên DAIŞ’ê bi hemû hovîtiya xwe û bi çekên giran ji her sê aliyên Kobanê û bi taybet ji aliyê Girê Meştenûr ve êrîş dikin. Êrîşên çeteyan rastî bersiva tund a şervanên YPG’ê hatin. Der barê encamên pevçûnên di navbera hêzên YPG’ê û çeteyên DAIŞ’ê de agahiyên zelal nehatin bi dest xistin.
Şer û pevçûn li hersê aliyên Kobanê bi hemû dijwariya xwe berdewam dikin.