Ceribandinên nukleerî yên li Pasîfîk xisareke mezin dan Marshallê
Ceribandinên nukleerî yên li Okyanûsa Pasîfîk, ku ji aliyê dewletên mezin ve tên kirin, zerareke giran didin gelên xwecihî.
Ceribandinên nukleerî yên li Okyanûsa Pasîfîk, ku ji aliyê dewletên mezin ve tên kirin, zerareke giran didin gelên xwecihî.
Ceribandinên nukleerî yên li Okyanûsa Pasîfîk, ku ji aliyê dewletên mezin ve tên kirin, zerareke giran didin gelên xwecihî. Giravên Marshall ên li Pasîfîkê ku bi dehan sal in gelek welat ceribandinên xwe yên nukleerî lê dikin, ji ber zerara lê hatiye kirin û bi hezaran salan êdî jiyana lê nepêkan e, li dijî van welatan serî li Dadgeha Ceza ya Navneteweyî (DCN) dan.
Doza ji ber serlêdana Giravên Marshallê ya li DCN, ku li hemberî Brîtanya Mezin, Hîndîstan û Pakîstanê hat kirin, destpê dike. DYA jî ji ber ku ne aliyekî dadgehê ye, li derveyî vê dozê ye.
Nûnerê hikûmeta Giravên Marshallê Tony de Brûm bi wesîleya dozê hat Laheyê. Brûm da xuyakirin, ku ji ber ceribandinên bombeya atomê, li dehan girav û giravên biçûk êdî jiyan nepêkan e. Tony de Brûm ceribandinên berê ji aliyê Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) ve hatin kirin bibîr xist û ragihand, wî bi xwe jî ev ceribandin dîtiye.
De Brûm têkildarî ceribandina bombeya azotê ya bi navê Castle Bravo de got, "Ezman bi temamî sor bûbû." De Brûm da zanîn, teqîna bombeyeke 15 megatonî, bi hezaran qatî ji bombeya atomê ya li Hîroşîma dijwartir e.
De Brûm bibîr xist, ku gelek kesên li giravan dijîn, ji ber van teqînan jiyana xwe ji dest dane, felç bûne, bi kanserê û nexweşiyên fîzîkî ketine.
Li Giravên Marshall ên di navbera Hawaîî û Papûa Nû Gîne de cih digirin, di navbera salên 1940 û 50 de ji aliyê DYA ve 67 bombeyên atomê hatin ceribandin. Ji ber van ceribandinan, li rêze giravên biçûk ên bi navê Bîkînî-Atolls, êdî nepêkan e mirov bijîn.
Tê payîn, doza li hemberî Brîtanya mezin, Hîndîstan û Pakîstane hatiye vekirin di rojên pêş de destpê bike.