Cerdevanan li Sertê êrîş kir: 2 jê giran 5 kes birîndar bûn

Cerdevanan li Sertê êrîş kir: 2 jê giran 5 kes birîndar bûn

Cerdevanên ku Stasyona Kaymak Petrol Benzîn diparêzin êrîşî welatiyên ku çeteyên DAIŞ şermezar dikirin  kirin.  Di encama êrîşê de 2 jê bi giranî 5 kes birîndar bûn. Zekî Ceylan û Kamuran Taş ên bi giranî  birîndar bibûn rakirin nexweşxaneyê.

Serokê Şaxa ÎHD’ê yê Sêrtê  Zana Aksu, ku dixuyanî da ANF’ê got ku xwediyên Stasyona Kaymak Petrol Benzîn û cerdevanan saet nêzî 17.30’î girse gulebaran kiriye, di encam de Zekî Ceylan û Kamuran Taş di nav de 5 kes birîndar bûne. Aksu diyar kir rewşa Ceylan û Taş giran e.

Di vê navberê de tedawiya birîndaran didome, lê hat ragihandin ku doktor rapora ku ew kes bi guleyan birîndar bûne nadein.

Li taxên ku çalakî lê ne elektrîk hatiye qutkirin.