Cerdevanan gundî gullebaran kirin: Hemwelatiyek giran birîndar e
Cerdevanan gundî gullebaran kirin: Hemwelatiyek giran birîndar e
Cerdevanan gundî gullebaran kirin: Hemwelatiyek giran birîndar e
Cerdevanên li gundê Meşkok ê girêdayî Qoserê niştecihên heman gundî gullebaran kirin. Gundiyê bi navê Abdulbarî Ozdemîr bi giranî birîndar bû.
Li gorî agahiyên hatine wergirtin, li Gundê Meşkok ê girêdayî Qosera Mêrdînê cerdevanan ji ber sedemên ku nehatin zanîn niştecihên li heman gundî dijîn bi keleşan gullebaran kirin. Cerdevanên ku paşnavê wan Karahan e, ku gundî gullebaran kirin, hemwelatiyê bi navê Abdulbarî Ozdemîr bi sê gulleyên ku li bedena wî ketine bi giranî birîndar bû. Ozdemîr ê birîndar ku rakirin nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê wê carê maşîneya wî bû hedefa êrîşên cerdevanan.
Piştî bûyerê jî ku leşker nehatin gund bala mirovan kişand. Li gund alozî berdewam e.