Cephet El Ekrad: 35 çekdarên Dewleta Îslam Iraq û Bîladî Şam hatin kuştin
Cephet El Ekrad: 35 çekdarên Dewleta Îslam Iraq û Bîladî Şam hatin kuştin
Cephet El Ekrad: 35 çekdarên Dewleta Îslam Iraq û Bîladî Şam hatin kuştin
Cephet El Ekrad da xuyakirin ku di şerê ji duh bi şev û vir ve de 35 endamê Dewleta Îslam Iraq û Bîladî Şam /Cephet El Nusra hatine kuştin, 20 ji wan birîndar bûne. Hat gotin ku ji Cephet El Ekrad jî 5 şervanan jiyana xwe ji dest dane. Hat ragihadin, di berdêla serbestberdana sivîlan de Emîrê Dewleta Îslam Iraq û Bîladî Şam hatiye berdan, lê belê Cephet El Nûsra li ser soz û peymana xwe ne sekiniye û hemû sivîl bernedaye.
Çavkaniyên Cephet El Ekrad diyar kirin ku, di şerê ji duh ve 35 çekdarên Dewleta Îslam Iraq û Bîladî Şam /Cephet El Nusra hatine kuştin, 20 ji wan birîndar bûne û 5 şervanê wan jiyanê xwe ji dest dane. Çavkaniyan dan xuyakirin ku li ser esas berdana girtiyên sivîl Cephet El Ekrad Emîrê Dewleta Îslam Iraq û Bîladî Şam berdane, lê Cephet El Nusra hemû sivîlê di destê xwe de bernadane û peymanê binpê kirine.
'CEBILXANE JI TIRKIYÊ TÊ'
Çavkaniyên cihê bawerîne ragiHandin ku niha li gundê Yabsê 2 km, Sûkerî 17 km nêzî Til Ebiyad û li navenda Girê Spî (Til Ebiyad) şerên dijwar hene û El Nusra mirî û birîndarê xwe derbasî Tirkiyê dike. Ji aliyekî din ve tê îdîa kirin ku çek û cebilxane bi rêya Tirkiyê derbasî Til Ebiyad tê kirin.
'ŞER LI DIJÎ EL QAÎDEYÊ YE'
Ji aliyê çavkaniyekî ji nav Til Ebiyad ragihand ku niha nêzî 400 kes di destê Dewleta Îslam Iraq û Bîladî Şam/ Cephet El Nusra dene û dibin metirsiya kuştinê dene. Ji aliyekî din ve çavkaniyên cihê baweriyê didin diyar kirin kesên niha li Til Ebiyad dinava Dewleta Îslam Iraq û Bîladî Şam/ Cephet El Nusra şer dikin Misirî, Tûnisî, Lîbyayî, Iraqîne. Wane cilê Efkaniyan li ber xwe dikin û ji tevgera El Qaîdene.
MALÊN KURDAN TALAN DIKIN
Çavkaniyên ji nav bajarê Til Ebiyad diyar dikin li taxa Lêl malê Kurdan tên talan kirin û dawî tine şevîtandin. Eynî çavkanî diyar kir heta niha 6 malên Kurdan hatine şevîtandin.